Wek
rastiyek dîrokî, ez bêjim, divê ev pirsa we hinekê bêt
serrast kirin; ew kes yan ew kesêt dibêje: ez Êzidî me,
ez ne Kurd im, yan: em Êzidî ne, ne Kurd in, bo cara
yekê, ne li Kurdistana başûr piştî rûxandina rijêma Baas
peyda bûne, belkî girûpek e wisa bo cara yekê li
destpêka salêt notan de, belkî berî hingî jî, li komara
Ermenistanê bi serkêşiya yekî bi navê ( Omer Ezîz) peyda
bûye. Ne wek her eve, belkî li Kurdistana rojava jî,
komek kesan heye min bi guhê xo ji wan bihîstiye,
gotine: em Êzidî ne, ne Kurdin!. Her wisa li Kurdistana
başûr, gotina: ( ez Êzidî me, Êzidî ne Kurd in) ne piştî
têkçûn û rûxandina rijêma Baas peyda bûye, belkî li demê
rijêma Baas, ku dû caran hatine ser hukum ( 1963- 1964
, 1968-2003) gelekan ji serokêt êlên Êzidiyan, ji mîrêt
Êzidiyan, serokêt siriyêt çetan, zelam û noker û endamêt
Êzidiyan li gel partiya Baas wisa digotin û dijî gelê
Kurd di sekinîn. Li destpêka salêt heftiyan de û bi
dirêjaya bitir ji deh salan, mîrekî Êzidiya bîroyek bi
navê ( Al-maktaba al-amawîyah) li Baxdayê hebû, xebat û
propogandek e mezin bo bi Ereb kirina Êzidiya dikir! Her
dîsan mîrekî din yê Êzidiyan li serhijmara sala 1977ê bi
razî bûna wî , êzidî li ser kaxezan ereb nivîsîn! Belê
em di karîn bêjîn biştî ji navçûna rijêma Baas bi
serokatiya Sedam ê diktator, ew deng bitir bûn û hinek
gehiştin wê derecê xo li çarçovê rêkxistinan de rêk
biêxîn in.
Pirsa giring ewe; erê
ew kesêt dibêjin bi tenê em Êzidî ne, ne Kurdin li piştî têkçûna
rijêma Baas- Sedam, yan piştî têkçûna sîstema Sovyata berê, bi
taybet li komara Ermenistanê, yan berê jî ew deng hebûn, belê ne
wisa bi aşkirayî bûn?
Li hêre de pirs ewe:
egerêt (sedemêt) vê diyardê çî ne? Boçî ev deng niho (niha) wisa
bilind bûn û hinek girûpêt wisa peyda bûn?!
Li demê arîşe û
kirîzeyêt mezin mîna ji navçûna rijêmekê, bi taybet rijêmek diktator
wek ya Sedam, û helweşandina tevaya deste û binemayêt dewletê,
bêguman boşayek mezin peyda dibe, her kesekî hebe di hêt xo li
meydanê de bibezîne, govendê dike û bi navê siyaset , dîn û
rewşenbîriyê diaxife!! Jiber ku aqil û devê ewan kesan li demê wê
rijêma dîktator de girêdayî bû, piştî herfandina wê rijêmê, ew qeyd
û pabend hatin şikênandin. Eve egereke giştiye û bi ser her kesekî
de di hêt gotin; ne merce ku ew kese Êzidî be.
Bo çî ev diyarde li nav
desteke Êzidiyan de, li Îraq û Ermenistanê peyda bûye? Bi baweriya
min vedigerêt ser van egeran:
1-
Barê saykolocî: jiber ew kuştin û
qirkirinêt di dirêjiya dîroka Îslametiyê de bi serê êzidiyan de
hatî, barekî saykolocî xirab li cem Êzidiyan beramber Musilmana
peyda kir. Raste Îslametî ji nav Ereban ( Durgeha erebî) serheldaye
û li nav gel û deverêt dûr belav bûye, lê belê piştî gelê Kurd ew
dîn qebûl kirî, bi navê wî dînî hatîn zilim , wêranî û ferman anîn
serê Êzidiyan , mîna fermana (mîrî kore, Mahamad paşayê Rewandozî,
yan fermana mîrêt Botan) ji destê Kurdêt Musilman hatî serê Êzidiyan
piştî leşkerê musilmanêt Ereb ji deverê dûr keftîn, wisa li Êzidiya
hat, demê bêjin Kurd = anku Musilman!. Ev zilima han perdek tarî
dana ber çavê Êzidiyêt belingaz ew çu cudayê di nîveka netewe û dîn
da nebînin!. Anku li gor wan qirkirina û nêrîna Musilmana bi çavekî
kêm û nizim ji Êzidiya re, dîwarekî saykolocî nêvbera pirraniya
Êzidîya beranber Musilmana peyda kir!. Niho jî hinek kes di hên, ji
bo berjewendiyêt xo yêt taybet, qazancê ji wê egera nazik ( ya
saykolocî) diken û xelkê belingazê Êzidiyan pê qayil diken!.
2-
Bitire ji 40 çil salane (1963- 2003) hizbê
Baas, wek hizbekî regezperist û şofînizim, her wisa rijêt dî yê
Erebî, ewêt hatîne ser hukmdariya Îraqê, tevaya wan dijî gelê Kurd
xebat kirine û xwestine hebûna Kurdan hinda (wunda) biken. Rijêma
baas bi rêbazekî rêk û pêk û bo demê çil salan di nav Êzidiyan de
kar kirine û hevalêt xo yêt Êzidî li dijî gelê Kurd perwerde kirine.
Vêcar, hîç nebe, gelek Êzidî ku endamêt hizbê Baas bûn, mêjiyê wan
hatiye şuştin û perwerda Baasiyan heta niho jî di serê wan de di
live!! Heke nikarin, yan şerim biken ewan baweriyan aşkera diyar
ken, lê belê hewil diden bi rêka durist kirina hinek rêkxistin û
partiyêt dînî li bin perda êzidiyatiyê kar biken!
Li Ermenistanê, her
ew regezperist û şofînizmêt Ermen bûn, rik û dilreşiya xo dijî gelê
Kurd dizar kirin û hewil dan- niha jî di berdewamin- hinek Êzidiyan
palveden, ewan ji gelê Kurd veqetînin, bêjin ,, em Êzidî ne, ne
Kurdin!,, sedema wê yekê jî ewe Ermen wisa di hijmêrin ew qirkirina
wana sala 1915ê ji destê dewleta Osmanlî bi ser wan de hatî, Kurdêt
musilman beşdarî têde kiriye. Li hêre de, çî ji aliyê Ereban çî ji
aliyê Ermenan, yan her gelekî din, şofînizma neteweyî û
regezperistîyê, ewan rolê çepel û nemirovatî leyiztine. Helbet
radîkalî û serhişkiya dînî fakterekî here xirabe bo dûr bûna girûp û
baweriyan ji yek û du.
3-
Rewşa civakî û siyasî pirr xirab û nebûna
xizmetguzariya li gelek deverêt Êzidiya, bi taybet devera Şingalê,
her wisa hebûna nexundewariyê li nav hinek deverêt Êzidiyan, wisa
dike xelik ji halê têde bêzar bin û penayê biben ber baweriyêt dînî
û doza neteweyî li cem wan hind ne giring be. Bila ewê jî ji bîr ne
kîn, dijminêt gelê Kurd ji kevne Baasiya, êlêt Ereba li devera
Şingalê, bizavêt Aşurizêt radîkal, destekêt dewletêt cînar, hinek
Êzidiyêt li gel PKK ku li demê rijêma Sedam li nav Êzidiyêt Şingal û
Welatê şêx kar dikirin...evan giştan û her yekî li gor şiyana xo,
girûpêt Êzidiyêt radîkal û kevne baasî palvedan li dijî gelê Kurd û
partiyêt Kurdistanê, niha jî dijî taqî kirina fedriyalîyê bisekine û
arîşa jê re çêken.
4-
Piştî rûxandina rijêma Baas û ew derfetên
serbestî û dîmokratiya li Îraqê bi giştî û li Kurdistanê bi taybet
peyda bûyî, gelek rêkxistinêt rewşenbîrî, civakî, sivîl hatin
avakirin, her yekê ji wan rojname yan kovarêt xo weşandin. Li hundir
û dervey welêt jî Malperêt Internêtê hatin vekirin. Derfet çê bû her
kesek bi kêfa xo tiştan binvîse. Mixabin hinek Malperêt Êzidiyan û
gelek nivîsarêt têde hatîn weşandin, rolekî gelek xirab leyiztin ji
bo arandina hestê Êzidiyêt sade.
5-
Şaşiyêt here mezin yêt endamêt Êzidî li
gel herdu partiyêt desthelatdar li Kurdistana başûr ( KDP- PUK) ku
bi navê Êzidiyan xo didan pêş û ewan herdu partiyan jî, bêyî pirsa
encamêt karê wan biken û bizanin çend Êzidî ji wan di razî ne,
palpiştiya wan dikir, wisa lêhat şaşî û berjewendiyêt wanêt bikuje û
taybet, çavê Êzidiyan şikand û li şûna ewan kesêt Êzidî gunehbar
biken, hemû rik û kîn û nerazî bûna xo, çî veşartî, û çî bi aşkira,
dijî ewan partiyan û netewa Kurd diyar kirin û encamêt wê yekê bû
sedemek, helwestek e xirab beranber mesela neteweyî ( kurdatiyê)
bistîn in û ber bi fikra dînî herin!. Encamêt vê yekê li
helbijartinêt dawiya sala 2005ê derketin û Êzidiyan bitir ji bîst
hezar deng dan ( Tevgera Êzidiyan ji bo rêforim û pêşketinê).
6-
Bila ewê jî ji bîr nekîn, gelek ji kadir û
endamêt herdu partiyêt desthelatdar, yêt me li serî destnîşan kirîn,
bi başî di derûnê Êzidiyan negehiştîne û hêşta binemaya baweriya
Islametiya serhişik û qebûl nekirina baweriyêt din, di serê wan de
maye, ew bi çavekî kêm li Êzidiya di nêrin. Ev helwêstê hanê li
gelek ciya dibite egera peyda bûna arîşan û nehez û dijminêt Kurdan
qazancê jê werdigirin û Êzidiyêt sade ber bi rêya nerast balve
diden.
Helbet hinek sedemêt
dinêt biçûk û layekî hene, lê bi baweriya min ev her şeş egerêt
hatîn bi rêz kirin, egerêt serekîne ku hinek kes, yan girûpek
Êzidiya bêje ,, em Êzidî ne, em ne Kurd in, ne Erebin!,,.
Derheqa herdu pirsêt we
yêt din: ( Ta bi kîjan radeyî êzidî di karin ne Kurd bin? û
Êzidiyatî di kare wisa serbixwe, ne têkildar û ne girêdayê netewa
Kurd be?)
Berî persiva van pirsêt
we bidem, dixwazim çend têbîniyêt biçûk destnîşan bikem;
yek: her mirovek ( jin
yan mêr) be, wek takekes, dikare dînê xo bi cî bihêle û here ser
dînekî dî , yan jî ( li Europa) bê dîn bimîne. Demê diçite ser dînê
nû, dikare ewê baweriyê helgire û rê û risimêt wê fêr bibe.
Dû : her mirovek, dîsan
wek takekes, dikare ji netewa xo bêrî (inkar bike) bibe, bi ziman
bêje: ez ne Kurd im. Belê pirr zehmete ew bikare bi hesanî nasnameya
netewek dî bistîne. Nasnama neteweyî gelek zehmetirin (zortir) ji
nasnama dînîye, neteweyî: ziman e, erd e, dîrok e, hest e, cugrafiya
ye, urfêt civakîn e,...htd., ji ber vê yakê jî heke çend mirovek,
yan girûpek e biçûk li ser binyatekî dilreşiyê , yan hewêstekî
siyasî, yan ji ber her sedemek e dî, xo li pîsyatiyê girtin û gotin
,, em ne Kurd in,, lê belê ew nikarin rastiyêt dîrokê bi guhorin,
bêjin ,, Êzidî ne Kurd in,,. Ji ber vê yekê jî, ez dikarim herdu
pirsêt we yêt jor bikem yek pirs û persiva wê bi kurtî bi vî awayî
bidem: ,, Kurd di karin bê Êzidiya Fedriyaliya xo bi rê ve biben,
Dewleta xo ava kin, lê belê Êzidî nikarin bi serfirazî, bê Kurd û
Kurdistanê bijîn! ,,
Boçî ez vê persivê
didem? ji ber ku kuryatiya stratîciya Êzidiyan bi tenê xo di nav
gelê Kurd û Kurdistanê de di bîne. Êzidî di nav xo da ne yekin bê
tifaqin. Êzidiyêt li Europa jî dijîn ne yekin û nikarin çu biken. Çu
dewletêt dinyayê jî li pişt Êzidiya nînin. Netewa Ereb û Turik, her
bi xo çu netew û dînêt din qebûl naken. Netewa Ereb û dînê Îslamê
heta dînêt xudan kitêb (Kiristiyan û Cuhuyan) qebûl naken. Êzidî li
cem musilmanê li rê (durust) kafire û divêt ne mînit! Erê çawa Êzidî
dê karin li dewletek e Erebe musilman bijîn?
Kurt û kurmanc, ew
kesêt dibêjin: ,,em bi tenê Êzidî ne, em ne Kurd in,, gelek di
bîrtengin û bitir ji serê tivna (kepu) xo na bînin. Heke ew mirov û
girûpin e bi pilan û şarezaya xo li ser vê dozê kar diken, yan hinek
bêyî bizanin , dengê wê diholê lê xoş tê, ez bi bawerî dibêjim:
herdu alî dijminiya Êzidiya û êzidiyatê diken. Heke ew kesne bikarin
hinek astengî û arîşan durust biken, lê belê doma wane kurte û dîrok
dê ewan şermezar ket, her çende ew bi xo kesêt ne diyar in û ne
xudan dîrokek paqijin!.